Bajarê Entabê baxçeyê herî mezin ê fistiqan e. Niha li herêmê heyama berhevkirinê dest pê kir. Xwediyên baxçeyan bi mehsûla îsal qayîl in.
Li axa bibereket, li Entabê fistiqên îsal çêbûn û pê re li baxçeyan xebat bilez bû.
Ji ber ku mêwe li ser darê nerizin bi dehan cotkar dikevin baxçeyekî û di nava 2-3 rojan de hemû daran rût dikin.
Seranserê salê ji bo vê rojê xebitîn…
Cotkar wê ji îro û pê de jî haziriya bazarê bikin.
Cotkarên Entabî ji qezanca ku ji fistiqan bi dest dixin gelek memnûn in.
Ji cotkarên din re jî tavsiye dikin ku berê xwe bidin fistiqan.