Wextê dermankirina darên fêkiyan hat

Midûriyeta Çandiniyê ya bajêr derbarê dermankirinê de agahî da welatî û cotkaran

Wextê dermankirina darên fêkiyan hat

Midûriyeta Çandiniyê ya Vanê him ji bo dema dermankirina darên fêkiyan, him jî ji bo agahdarkirina cotkaran daxuyaniyek weşand. Midûriyetê eşkere kir ku wextê dermanê ye û ji welatiyan xwest ku di çend rojan de fêkiyên xwe derman bikin.

Bajarê Vanê, bi sêv, gûz, mişmiş û hirmiyên xwe navdar e.

Li bajêr her sal gelek berên fêkiyan tên çinîn û firotin.

Lê niha ne wextê çinîna beran, wextê dermankirina darên wan e.

Ji bo vê jî, Midûriyeta Çandiniyê ya bajêr daxuyaniyek weşand.

Midûriyetê di daxuyaniyê de li ser wextê dermanê agahî da welatî û cotkaran.

Niha hin welatî li gorî talîmata midûriyetê, darên fêkiyan derman dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE