Li Midyada Mardinê bi destpêkirina zivistanê re wextê berhevkirina berûyên şîrîn hat. Welatî diçin çolê û ji xwe re berûyan kom dikin. Paşî tînin malê û li ser sobê çêdikin, dixwin.
Palamûd,berû, belot an jî şambelot.
Li herêma Torê ya li Midyata Mardinê gelek navên wê hene.
Her sal di zivistanê de wextê berûyan tê.
Welatî ji bo xwarinê derdikevin çolê û wan berhev dikin.
Xelqê herêmê dibêje ku tehma wan gelek xweş e, lê divê li ser sobê çêbin.
Her wiha hin kes jî şambelotan berhev dikin û li bazarê ji xwe re difiroşin.