"Wexta Lijneya Hilbijartinê biryara dawîn bide mesele diqede"

Serok Erdogan nimêja îniyê li Mizgefta Eyup Siltan kir û dema derket jî pirsên rojnamevanan bersivand.

"Wexta Lijneya Hilbijartinê biryara dawîn bide mesele diqede"

Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan der barê rewşa Stenbolê da got: "Li bajêr heger encam bi xebatên me ra li hev nekin ji bona me meqama dawîn Lijneya Hilbijartinê ye. Peyra heqê me heye em serî li Lijneya Hilbijartinê bixin. Ev destdanîna ser heq nîne." 

Serok Erdogan nimêja îniyê li Mizgefta Eyup Siltan kir û dema derket jî pirsên rojnamevanan bersivand.

Di axaftina xwe da Serok  Erdogan ewilî bal kişand ser hilbijartinên herêmî û ragihand ku pêvajoya hilbijartinê qediya û niha jî pêvajoya mehkemeyê heye.

Ji bo nediyariya li Stenbolê jî SeroK Erdogan got: "Li bajêr (Lijneya Hilbijartinê ya Bajêr) heger encam bi xebatên me ra li hev nekin ji bona me meqama dawîn Lijneya Hilbijartinê ye. Peyra heqê me heye em serî li Lijneya Hilbijartinê bixin. Ev destdanîna ser heq nîne."

Serok Erdogan kesên guh didin gotegotên der heqê Tirkiyeyê da jî rexne kir û got: "Beriya her tiştî divê vê bizanibin, Tirkiye li dinyayê dewleteke ji dewletan nîne. Divê her kes hedê xwe bizanibe. Li Tirkiyeyê bi beşdariya ji sedî 82-83 dersa demokrasiyê dane dinyayê. Ew têkoşîneke demokrasiyê ya wiha didin? Na, nadin."

Erdogan ragihand ku di encama hilbijartinê da divê dersên bên hildan hene û wiha pê da çû: "Ji 39 şaredariyan 25 şaredarî li Stenbolê di destê Îtifaqa Cumhur da ne. Jê yek di destê MHPyê û 24 şaredarî jî di destê AK Partiyê da ne. Li vir dersek heye."

Di berdewamiya axaftina xwe da Serok Erdogan bal kişand ser raya partiyên li derveyî îtifaqa Cumhur man û got: "Îtifaqa Cumhur bi rûdanên dawîn va niha ji sedî 53,3 ye. Rewşa mekanîzmaya çaralî ya li hemberî me hê ji sedî 47 jî nîne. Rewşa ji hêla rayan a wê mekanîzmaya çaralî ya li hemberî me hê ji sedî 47 jî nîne. Di navberê da ferqeke wiha heye. Vê yekê divê ewilî hemû miletê min bizanibe, ew Amerîkaya ku qet Tirkiye wê eleqedar nake û tevlî karê wê nebe lazim e vê bizanibe, Ewropa vê bizanibe. Berî her tiştî hûn hedê xwe bizanibin."

Serok Erdogan destnîşan kir ku heger şaredarek di meclisa şaredariyê da xurt nebe wê nikaribe komîsyonan bi dilê xwe ava bike û budçeyê li gorî dilê xwe derxe.

Li Stenbolê encam hê jî diyar nebûye ku ka kê qezenc kiriye û Serok Erdogan jî ji bo vê yekê got: "Li bajêr heger encam bi xebatên me ra li hev nekin ji bona me meqama dawîn Lijneya Hilbijartinê ye. Peyra heqê me heye em serî li Lijneya Hilbijartinê bixin. Ev destdanîna ser heq nîne. Biryara dawîn ya vê hilbijartinê wê Lijneya Hilbijartinê bide. Wexta Lijneya Hilbijartinê biryara dawîn bide mesele diqede."

Serok Erdogan li ser serdana Anitkabîrê ya Ekrem Îmamoglu jî sekinî û wiha pê da çû: "Rabûye hê mezbataya xwe hilnedaye li cihekî navê xwe wisa nivîsiye û niha çi bû? Wezareta Parastina Neteweyî jî ew defter ji wê derê hilda û rakir. Di bûyera Anitkabîrê da tu mêze dikî begefendî ji Stenbolê dertê û diçe. Te niha di vê demê da mezbataya xwe hildaye? Na hilnedaye. Madem te hê jî mezbataya xwe hilnedaye ji muemeleya protokola Anitkabîrê jî bê xebere ji vê jî xebera wî tuneye. Yên li wê derê jê ra rêberiyê kirin jî rêberiyeke xelet kirin, tu rabe ji vê derê here li deftera Birca Mîsaqi-Millî çawa tê nivîsandin wî jî nizane. Ji xwe bo tiştekî wiha heqê te jî tuneye. Dema te mezbateya xwe ya serokatiya şaredariyê hilda temam, eywale. Wê demê tu dikarî vê yekê bi rihetî bikî. Kes jî nikare ji bo vê astengiyê derxe. Lê niha ev karê ku te kiriye ji hêla protokolê va teqez karekî xelet e."AA

Dîroka nûkirinê: 05 Nîsan 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE