Wezaret dê perwerdeya Erdhejê bide

Dîmenên ku di dema erdhejê de hatin kişandin wê nîşan bidin...

Wezaret dê perwerdeya Erdhejê bide

Wezareta Perwerdeyê wê ji bo perwerdeya erdhejê bernameyeke taybet hazir bike. Wezaret wê di perwerdeyan de dîmenên ku di dema Erdheja Stenbolê de hatin kişandin, wek mînak nîşan bide.

Erdheja li Stenbolê li dibistanan jî hat hîskirin.

Di dema erdhejê de xwendekar, bêpanîk bi alîkariya mamosteyan derketin derve.

Mamosteyan hema di cih de xeber şandin malbatan.

Wezareta Perwerdeyê wê dîmenên ku di dema erdhêjê de, li dibistanan hatin kişandin, wek mînak nîşan bide.

Dîmenên dema erdhejê yên ku li mekteban hatine kişandin wê bên vekolîn.

Ji bo vê jî ekîbek hat avakirin.

Ekîb wê hemû qeydan bi berfirehî temaşe bike û binirxîne.

Dîmenên ku hatine kişandin wê ji bo perwerdeya erdhejê ya li mekteban jî bên bikaranîn.

Heman dîmen, ji bo perwerdeya mamosteyan a derbarê afatan de jî wê bên bikaranîn.

Qismekî dîmenan wê wek materyalên dersan jî bên bikaranîn.

Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Ziya Selçuk ji bo balê bikişine ser girîngiya perwerdeya afatan a li mekteban got: “Hemû tecrûbe û serpêhatî ji bo me gelek girîng in.”

Di 2019an de bi qasî 75 hezar mamoste beşdarî Bernameya Perwerdeya ji bo Afatê ya li mekteban bûn.”

Dîroka nûkirinê: 01 Cotmeh 2019, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE