Di roja ewil a Operasyona Narko-Terorê ya Eren Abluka-15emîn a Çawişê Pisporê Cendirme Mehmet Çelîk da 989 kîlogram esrara toz, 62 kîlogram esrara hûrkirî û 2 milyon û 144 hezar û 570 kok jî kinif hatin qefaltin.
Wezaretê daxuyanî da û ragihand ku ji bo PKKya rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin û terorîstên li herêmê bên berterefkirin li Diyarbekirê bi beşdarbûna 1165 personel û 75 tîmên operasyonel va operasyon dest pê kir.
Di roja ewil a operasyonê da li gundewarên taxên Baglan û Yalaza ya ser Licê 136 cî û deverên nav dar û deviyan da veşarî hatin tespîtkirin. Di kontrolkirina van deveran da 3 tivingên AK-47ên piyadeyê, 989 kîlogram eserara toz, 62 kîlogram esrara hûrkirî û 2 milyon û 144 hezar û 570 kok jî kinif hatin qefaltin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî ji ser medyaya civakî der heqê operasyonê da peyam weşand û wiha got: "Ewê koka hişbirê jî û ya terorê jî bê ziwakirin. Eren Abluka-15 Narko Teror li Licê dest pê kir. Tonek esrar, 2 milyon û 144 kok jî kinif hatin qefaltin. Cendirmeyên me rê nadin rêxistina terorê û rê nadin fînansmana terorê, hişbir û dahata wê jî. Piyê cendirmeyên me li kevir nekeve."
AA