Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da kapasîteya hilberînê ya lîseyên Anadoluyê yên pîşe û teknîkî derxist holê, ji berhemên paqijî û dezenfeksiyonê heta pêşmal û tulimên yekcarî heta sîperên parastina rû dest bi hilberîna zû ya berhemên cuda kir.
MEBê di vê merheleyê da giraniya xwe da ser dîzayna cîhazên tên hilberîn û xebatên Ar-Geyê.
Di encama xebatan da Makîneya Maskeya Cerrahî ya Ultrasonîk a Bitêl a 3 Qatî ya Otomatîk hat çêkirin û bi vê makîneyê dest bi çêkirina îmalata zû ya rojane 100 hezar maskeyan kirin.
Alîkarê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li lîseyên pîşeyê ji melzemeyên paqijî û dezenfeksiyonê heta hilberîna maskeyên cerahî, pêşmal û tulimên yekcarî heta sîpera rû diparêz binesazî xurt kirin û di hemû qadan da gelekî hilberînê dikin.
Ozer behs kir ku li bajêrên ku hatine hilbijartin ji bo hilberîna cîhazên biyomedîkal xebatên Ar-Geyê kordîne dikin û ev agahî dan:
"Me li bajarên xwe piştgiriyeke mezin da binesaziya Ar-Geyê. Li Gazîosmanpaşaya navçeya Stenbolê li Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Kuçukkoyê dest bi hilberîn û çêkirina Makîneya Maskeya Cerahî ya Ultrasonîk a Bitêl a 3 Qatî ya Otomatîk kirin. Em gelekî kêfxweş in ku xebera ewil a mirov kêfxweş dike. Bi Makîneya Maskeya Cerahî ya Ultrasonîk a Bitêl a 3 Qatî ya Otomatîk a ku li Lîseya Anadoluyê ya Teknîk û Pîşeyê ya Kuçukkoyê hat çêkirin dê bikarin rojane 100 hezar maskeyan çêbikin."
AA