Wezareta Bazirganiyê dê 750 karmendên parastinê yên bipeyman îstixdam bike.
Li gorî îlana ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Wezaret dê personelan bi usûla eşkere û her wiha bi ezmûna cîbicîkirinê û ya devkî va werbigire.
Serîlêdan di navbera 9-18ê Tebaxê da online dê were kirin. Namzed dikarin serîlêdana xwe ji ser e-Devlet (Wezareta Bazirganiyê/Deriyê Kariyerê) û "https://isealimkariyerkapisi.cbiko.gov.tr" bikin.
Encamên serîlêdanê û her wiha dîrok, saet û ciyê ezmûna devkî jî dê li ser malpera "www.ticaret.gov.tr" werin weşandin. AA