Wezareta Berevaniya Neteweyî (WBN) destnîşan kir ku Ermenistanê bi binpêkirina agirbesta li herêma Tovuzê, eskerekî Azerbaycanê şehîd kiriye û bihişyardayinê wiha got, "Pêdivê Ermenistan êdî bi agir nelîze."
Wezareta Berevaniya Neteweyî di parvekirina xwe ya li ser Twitterê got, "Ermenistana ku bê qanûnî Qerebaxa Jorîn dagîr kiriye, nuha jî bi binpêkirina agirbesta li herêma Tovuzê, eskerekî me yî qehreman ê Azerbaycanê şehîd kir. Rehma Xwedê li şehîdê me be, serê hemî xwîşk û birayên me yên Azerbaycanî sax be. Pêdivê Ermenistan êdî bi agir nelîze."
AA