Wezareta Ciwanî û Werzişê coşa 19ê Gulanê tîne malan

Wezaretê ji bo 19ê Gulanê Bibiranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê bernameyeke berfireh a pîrozkirinê amade kir. Cejna îsal ji ber Kovîd-19ê ne li meydanan, lê dê bi weşanên zindî û taybet li malan were pîrozkirin

Wezareta Ciwanî û Werzişê coşa 19ê Gulanê tîne malan

 Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu eşkere kir ku îsal ji ber Kovîd-19ê, 19ê Gulanê Bibiranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê ne li meydanan, lê li malan bi awayekî dîjîtal dê bê pîrozkirin.

Wezaretê ji bo 19ê Gulanê Bibiranîna Ataturk û Cejna Ciwanî û Werzişê bernameyeke berfireh a pîrozkirinê amade kir,

Bi beşdariya Wezîr Kasapoglu û heyeta pê ra li Anitkabirê merasim dê were lidarxisin û bi hemdemî vê merasimê çalakî dê bên destpêkirin. Îsal ji ber şewbê konsept û rêbazeke cuda dê were sepandin.

Wezaret bi bernameyên ku amade kirine va dê coşa cejna îsal bi weşanên zindî va bîne malan. Wezîr Kasapoglu dê beşdarî bernameya TRTyê ya bi navê "Zindî Bimîne" bibe û dê starta turnuwaya kişikê ku hevdem dê li hemû parêzgehan were lidarxistin bide.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE