Wezareta Edaletê hemû hevdîtinên li girtîgehê, neqlên di navbera girtîgehan da û emilandina odeyên hevdîtina malbatan heta 15ê Gulanê taloq kir.
Li gor daxuyaniya Wezareta Edaletê ya li ser hesabê Twitterê hat destnîşankirin li ser pêşniyaza Lijneya Zanistê dema tevdîrên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li girtîgehan hatibû hildan hatine dirêjkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Edaletê hat diyarkirin hemû hevdîtinên li girtîgehê, neqlên di navbera girtîgehan da û emilandina odeyên hevdîtina malbatan heta 15ê Gulanê hatiye taloqkirin.
AA