Wezareta Edaletê dema tevdîrên ji ber vîrusa koronayê (Kovîd-19) li girtîgehan hatibûn hildan ji ber pêşniyaza Lijneya Zanistê du hefte dirêj kir.
Wezareta Edaletê hemû hevdîtinên li girtîgehan, neqlên di nav girtîgehan da û emilandina odeyên hevdîtina malbatan du hefteyên din jî taloq kir.
Ji ber tevdîran xizmên girtî û mehkûman bi biryara dozgeriyê wê bikaribin herin serdanê û parêzer jî di rewşên mecbûrî da wê maske û lepikan biemilînin û hevdîtina girtî bikin.
Tevdîrên navborî 13ê Adarê piştî ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul beşdarî civîna Lijneya Zanistanê bû ji raya giştî ra hatibûn ragihandin.AA