Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul ragihand ku ji bona teşkîlatên navendî, edliye û Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan wê 11 hezar û 78 personel bên hildan.
Gul li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got ku daxwaza hildana personelên nû ji aliyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan va hat pesendkirin.
Gul diyar kir ku ew ê ji bona teşkîlatên navendî, edliye û Midûriya Giştî ya Girtîgehan wê 11 hezar û 78 personelan îstixdam bikin, di vê çarçoveyê da ew ê di nava salê da seba hildana katibê zebtan, gardiyan, katibê îcrayê, mubaşir û personelên piştgiriyê derkevin îlanê.AA