Wezareta Karên Derva: "Bi taybetî di meseleyên Qibrîs, Rojhilatê Behra Sipî, Ege û herêmî da em helwesta dijî hiqûqê ku ji mecbûrî di Encamnameya Civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) da cî girt û em dizanin ku piraniya YEyê qebûl nake, red dikin."
Wezareta Karên Derva der barê encamên Civîna Serokên YEyê da ku di 10-11ê Kanûnê da hat kirin daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Bi taybetî di meseleyên Qibrîs, Rojhilatê Behra Sipî, Ege û herêmî da em helwesta dijî hiqûqê ku ji mecbûrî di Encamnameya Civîna Yekîtiya Ewropayê (YE) da cî girt û em dizanin ku piraniya YEyê qebûl nake, red dikin."
Wezareta Karên Derva diyar kir YEyê bi vê biryara xwe careke din gelê Tirk û îradeya wan ku şirîkê Girava Qibrîsê ne nedîtiye.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da hat gotin Yewnanistan li Behra Egeyê koçberan paşva dişîne û Frontex jî tevlî van tevgeran bûye ku ev ji bona YEyê şerm e.
AA