Wezareta Karên Derva bertek nîşanî Pompeo da

Aksoy ji bona gotinên Pompeo yên di têlevizyona Amerîkan NewsMaxê da daxuyaniya nivîskî da.

Wezareta Karên Derva bertek nîşanî Pompeo da

 Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy bertek nîşanî gotinên Mîke PompeoWezîrê Karên Derva yê Amerîkayê yên li ser Tirkiyeyê da û wiha got: "Em peyvên Pompeo yên ku di çarçoveya Sûriyeyê da ji bona welatê me hatine gotin ji hêla şêwe û naverokê va red dikin."  

Aksoy ji bona gotinên Pompeo yên di têlevizyona Amerîkan NewsMaxê da daxuyaniya nivîskî da.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy wiha got: "Em peyvên Pompeo yên ku di çarçoveya Sûriyeyê da ji bona welatê me hatine gotin ji hêla şêwe û naverokê va red dikin." 

Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva destnîşan kir Tirkiye wê helwesta xwe ya ji bona parastina mafên Kurdên Sûriyeyê bidomîne.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy diyar kir Amerîkayê YPG/PKKyê di şerê dijî DEAŞê da mîna hevkar dît û got ku em vê bi tundî şermezar dikin." 

Mîke Pompeoyê Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê di daxuyaniya xwe ya di têlevizyona Amerîkan NewsMaxê da ji bona Tirkiyeyê gotinên skandal kiribûn û wiha axivîbû: "Em ê van tiştan li hemû eniyan pêk bînin. Ne tenê vekişîn, hemû xalên ku Serok eşkere kirine: Girîngiya ku Tirk Kurdan qetil nekin û li Sûriyeyê parastina kêmneteweyên dînî. Ev hemû perçeyekî misyona Amerîkayê ne ku dimeşîne."AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE