Wezareta Karên Derva li ser biryara Rûsyayê ya ku serxwebûna komarên Donetsk û Luhanskê qebûl dike got: "Em vê biryara Rûsyayê wek biryareke nayê qebûlkirin dinirxînin û qebûl nakin."
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin biryara Rûsyayê ya qaşo komarên Donetsk û Luhanskê qebûl dike dijî peymanên Mînskê ye û ji bilî vê binpêkirina desthilatî û yekîtiya Ukraynayê ye.
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Em vê biryara Rûsyayê wek nayê qebûlkirin dinirxînin û qebûl nakin. Bi wesileyê em alîgiriya xwe ya parastina yekîtiya siyasî û axên Ukraynayê destnîşan dikin. Em bangî hemû aliyan dikin ku bila aqlê selîm tevbigerin û guh bidin hiqûqa navneteweyî."
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn piştî civîna konseya ewlehiyê ji televizyonê bang gel kiribû û gotibû rêvebiriya Kîevê li Donbasê ji bilî biryara eskerî guh nade tu biryarekê û ew serxwebûna Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luganskê qebûl dike.
Piştî axaftina xwe Putîn biryarnameya serxwebûna Komara Gel a Donetskê û Komara Gel a Luganskê qebûl dike îmze kiribû.
Di merasima îmzeyê da nûnerên van rêvebiriyan jî amade bûbûn û piştî îmzeyê peymanên dostanî û hevkariyê jî hatibûn îmzekirin.AA