Wezareta Karên Derva gazî Schulzê Balyozê Enqereyê yê Almanyayê kir

Wezareta Karên Derva ji ber daxuyaniyên der heqê Kavala da gazî Schulzê Balyozê Enqereyê yê Almanyayê kir.

Wezareta Karên Derva gazî Schulzê Balyozê Enqereyê yê Almanyayê kir

 Ji Wezareta Karên Derva gazî Jurgen Schulzê Balyozê Enqereyê yê Almanyayê ye kirin û tevgera welatê wî ya der heqê doza Osman Kavala da ku hewl dide li serê siyasetê bike, hat şermezarkirin.

Li gor daxuyaniya ji Wezareta Karên Derva hat dayîn hat bibîrxistin ku Wezareta Karên Derva ya Almanyayê bi hinceta doza Osman Kavala gazî Balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê Ahmet Başar Şen kiribû û Alîkarê Wezîrê Karên Derva û Serokê Yekîtiya Ewropayê Faruk Kaymakçi jî gazî Schulzê Balyozê Enqereyê yê Almanyayê kir.

Hat ragihandin ku ji Balyoz Schulz ra hat gotin tevgera welatê wî ya der heqê dozeke li Tirkiyeyê da ku dijî teamulên dîplomatîk gazî Balyozê Berlînê yê Tirkiyeyê kir û hewl da li ser dozê siyaset bike, hat şermezarkirin.

Ji Balyoz Schulz ra hat gotin ku daraza Tirkiyeyê serbixwe ye û Tirkiye jî dewleteke hiqûqî ye û hay ji berpirsyariyên makezagonî û navneteweyî heye. 

Di heman demê da ji Balyoz Schulz ra hat gotin ku bila gorî Peymana Viyanayê tevbigerin û eleqeya xwe bi karên navxweyî nekin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE