Wezareta Karên Derva gotinên rayedarê NYyê şermezar kir

"Panos Moumtzisê Kordînatorê Însanî ya Herêmê ya Ofêsa Hemkariya Karên Însanî ya NYê di navbera herêma ewledar ya li Sûriyeyê bê avakirin û qetlîama Srebrenîtsayê da têkiliyê datîne, em vê bi tundî şermezar dikin û bi tevahî red dikin."

Wezareta Karên Derva gotinên rayedarê NYyê şermezar kir

Hamî Aksoyê Berdevkê Wezareta Karên Derva îfadeyên Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Kordînatorê Alîkariyên Mirovî ya Herêmî ji bo Qeyrana Sûriyeyê Panos Moumtzis şermezar kir. Panos Moumtzis di navbera herêma ewledar a li Sûriyeyê were avkirin û komkujiya Srebrenîstayê da têkilî danîbû.

Hamî Aksoy li ser pirsa ji bo îfadeyên Panos Moumtzis got, "Panos Moumtzisê Kordînatorê Însanî ya Herêmê ya Ofêsa Hemkariya Karên Însanî ya NYê di navbera herêma ewledar ya li Sûriyeyê bê avakirin û qetlîama Srebrenîtsayê da têkiliyê datîne, em vê bi tundî şermezar dikin û bi tevahî red dikin."

Aksoy bi bîr xist ku Tirkiye 4 milyon welatiyên Sûriyeyê sitar dike, alîkariya mirovahiyê dide bi milyonan welatiyên Sûriyeyê û wiha axivî: "Kordînatorê Herêmî yê dibê herî zêde alîkariyên em didin gelê Sûriyeyê bizenibe ji hedê xwe zêde daxuyanî da me berteka xwe ya li dijî vê daxuyaniyê gihande mixatabên xwe yên li NYyê."

Aksoy wiha pê da çû: 

Bi destê PYD/YPGYa rêxistina terorê zext û tundiya li Kurd, Siryanî, Keldanî, Aramî û hemû gelên li herêmê tê kirin, vê merivî tu hesasiyetek nîşan neda meriv dikare vê wekî tezahura nêrîna bi pirsgirêk bibîne. Ya rastî ji bo pêşîlêbirîna komkujiya Srebrenîtsayê herî zêde welatê me hewl da, eşkere ye ku wezifedarê NYyê yê ji wê herêmê hatiye vê baş dizane. Ji ber vê bi vî awayî sûîstimalkirina komkujiya Srebrenîtsayê ya ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî hesas e tu carî nayê qebûlkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE