Wezareta Karên Derva: "Ji ber derbeya Maliyê em xemgîn û bi fikar in"

Duh sibehê li baregeha eskerî ya li Katiyê ku nêzî paytext Bamakoyê ye tevgerên eskerî çêbûbûn û wesaîtên eskerî berê xwe dabûn paytextê. Hatibû ragihandin artêş bûye du beş û ji xeynî eskerên serî rakirine hin kesên bi fermana Keîta hereket dikin hene.

Wezareta Karên Derva: "Ji ber derbeya Maliyê em xemgîn û bi fikar in"

Wezareta Karên Derva der barê derbeya duh li Maliyê bi destê komeke di nav hêzên çekdar da hat kirin wiha got: "Li Maliyê ji ber ku di encama derbeyê da Serokomar Îbrahîm Boubacar Keîta parlamento û hikûmetê fesix kir û bi zorê îstifa kir, em xemgîn û bi fikar in." 

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Karên Derva da hat destnîşankirin hêvî dikin li Maliya dost û hogir demildest rewşa îstiqrar, ewlehî û aştiya navxweyî çêbe û Serokomar Keîta û rayedarên din yên derdestkirî zûtir bên berdan û wiha hat gotin: "Li Maliyê ji ber ku di encama derbeyê da Serokomar Îbrahîm Boubacar Keîta parlamento û hikûmetê fesix kir û bi zorê îstifa kir, em xemgîn û bi fikar in."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Tirkiye destekê dide hewldanên Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Afrîkayê û Civaka Aboriyê ya Dewletên Afrîkaya Rojava (ECOWAS) ku di vî warê da dikin û wiha hat gotin: "Tirkiyeyê di vê heyama zor û dijwar da wê li cem Maliya dost û hogir be."

Geşedanên ku di encamê da Serokomar Keîta îstifa kir

Duh sibehê li baregeha eskerî ya li Katiyê ku nêzî paytext Bamakoyê ye tevgerên eskerî çêbûbûn û wesaîtên eskerî berê xwe dabûn paytextê. Hatibû ragihandin artêş bûye du beş û ji xeynî eskerên serî rakirine hin kesên bi fermana Keîta hereket dikin hene.

Hatibû diyarkirin Serokê Meclisê Moussa Timbîne, Wezîrê Fînans û Aboriyê Abdoulaye Daffe û Wezîrê Karên Derva Tîeble Drame hatine derdestkirin.

Serokomar Keîtayê piştî nîvro bi destê komeke eskerî va hatibû derdestkirin û biribûn baregeha li Katiyê daxuyaniyeke kurt dabû televizyona dewletê û gotibû ku parlamento û hikûmetê fesix kiriye.

Komên mixalif ji meha Gulanê vir da ji bona Keîta îstifa bike xwepêşandan li dar dixistin. ECOWASê ji mixalifan xwestibû ku bi Keîta ra li ser maseyê rûnin, lê mixalifan pêşniyaz qebûl nekiribûn.

Platforma M5 RFPyê ku ji partiyên mixalefetê û gelek rêxistinên sivîl û civakî pêk tê ragihandibû ku heta Keîta îstifa neke wê xwepêşandanên xwe bidomînin. AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE