Wezareta Karên Derva ji ber ku YEyê şirketa Tirk a behrevaniyê hilda lîsteya mueyîdeyê bertek nîşan da

Wezareta Karên Derva : "Piştî Civîna Konseya Têkiliyên Derva ya YEyê di mijara Libyayê da navê şirketeke me ya behrevaniyê hildan lîsteya mueyîdeyê, lê li cem me tu qîmeta wê tune."

Wezareta Karên Derva ji ber ku YEyê şirketa Tirk a behrevaniyê hilda lîsteya mueyîdeyê bertek nîşan da

Wezareta Karên Derva ji ber Yekîtiya Ewropayê (YE) biryar da ku navê şirketeke Tirk a behrevaniyê di lîsteya mueyîdeyê da bê nivîsandin bertek nîşan da û got "Li cem me tu qîmeta wê tune".

Piştî Civîna Konseya Têkiliyên Derva ya YEyê navê şirketeke Tirk a behrevaniyê di lîsteya mueyîdeyê da hat nivîsandin.

Wezaretê bertek nîşanî vê biryarê da û wiha got: "Piştî Civîna Konseya Têkiliyên Derva ya YEyê di mijara Libyayê da navê şirketeke me ya behrevaniyê hildan lîsteya mueyîdeyê, lê li cem me tu qîmeta wê tune."

Hat destnîşankirin Operasyona Îrîniyê ya YEyê xelatê dide Xelîfe Xefterê serokê hêzên çekdar ê li Libyayê, hikûmeta Libyayê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî tê nasîn jî ceza dike.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Alîkariyên em didin hikûmeta meşrû wek binpêkirina amborgêyê tên binavkirin, lê MYE di serî da welat û şirketên biryarên LGNYyê binpê dikin û ji esman û bejahî ji Xefterê darbekar ra çekan dişînin nayên dîtin ku ev jî bi eşkere nîşan dide ku tevgera YEyê alîgir e."

Hat gotin ji bo ku li Behra Spî rageşî kêm bibe hewl tê dayîn lê di demeke wiha da biryareke wiha şaş êrîşkar xelat dike ku jixwe bi Operasyona Îrîniyê va YEyê dubendiya xwe nîşan dabû û daxyaniyê wiha dewam kir: "Heke YE dixwaze li herêmê ewlehî û îstiqrar hebe divê dev ji vê tevgera xwe ya yekalî berde û, bi Tirkiyeyê ta îstişare û hevkariyê bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE