Berdevkê Wezareta Karên Derva Balyoz Tanju Bîlgîç daxuyand ew ji ber bombebarankirina Navenda Giştî ya Xezeyê ya Komeleya Hîva Sor a Qeterê û ji ber êrîşan xisar dîtina Nexweşxaneya Şêx Hemed Bîn Xelîfe Al Sanî Îsraîlê bi tundî şermezar dikin.
Bîlgîç li ser pirseke der barê mijarê da got rehma Xwedê miriyan be, Xwedê şifayê bide birîndaran û ew sersaxiyê dide dewleta dost û bira Qeterê û gelê wê.
Bîlgîç bangî civaka navneteweyî kir ku ew zorê bidin Îsraîlê ku ew dev ji êrîşên xwe berde û wiha got: "Navenda Giştî ya Xezeyê ya Komeleya Hîva Sor a Qeterê di 17ê Gulana 2021î da hat bombebarankirin, ji ber êrîşan Nexweşxaneya Şêx Hemed Bîn Xelîfe Al Sanî xisar dît ku em ji ber van êrîşan Îsraîlê bi tundî şermezar dikin."AA