Wezareta Karên Derva li Yemenê êrîşa dijî xebatkarê Heyva Sor a Tirkan şermezar kir

"Em êrîşa çekdarî ya dijî Alî Can Budakê rayedarê Heyva Sor ya Tirkan ku li Adena bajarê Yêmenê wezîfedar bû bi tundî şermezar dikin."

Wezareta Karên Derva li Yemenê êrîşa dijî xebatkarê Heyva Sor a Tirkan şermezar kir

Wezareta Karên Derva êrîşa çekdarî ya dijî Alî Can Budakê rayedarê Heyva Sor ya Tirkan ê li Adena bajarê Yêmenê wezîfedar bû bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat gotin ji bo êşa gelê Yemenê kêm bibe, hewcedariyên wan bên dîtin xebatkarên Heyva sor a Tirkan bidilsozî dixebitin, lê dijî wan êrîş hat kirin ku divê berpirsyar heman bên dîtin û derkevin pêşberî edaletê.

Ji ber êrîşa dijî Budak Wezaretê got ew ji bo wî şifayê dixwazin û ji Heyva Sor a Tirkan ra jî derbasî be.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Em êrîşa çekdarî ya dijî Alî Can Budakê rayedarê Heyva Sor ya Tirkan ê li Adena bajarê Yêmenê wezîfedar bû bi tundî şermezar dikin."

Serokê Giştî yê Heyva Sor a Tirkan Kerem Kinik li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû xebatkarekî Heyva Sor a Tirkan ê li Yemenê wezîfedar e rastî êrîşa biçek hatiye û birîndar bûye.

Heyva Sor a Tirkan li herêmên cuda ên Yemenê xwarin, cil û berg, derman û alavên tibî belav dike.

Li Yemenê di navbera hikûmet û Hûsiyan da pevçûn heye û îstiqrar tune.

Li gor Neteweyên Yekbûyî li Yemenê ji sedî 80 nifûsê feqîr e û hewcedariya wan bi alîkariyê heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE