Wezareta Karên Derva qetlîama Hocaliyê şermezar kir

"Em vê komkujiyê û bi salan e dagirkirina axa Azerbaycanê bi tundî şermezar dikin"

Wezareta Karên Derva qetlîama Hocaliyê şermezar kir

Türkiyeyê Komkujiya Hocaliyê ya li Azerbaycanê di 26ê Sibata 1992an da ji hêla Ermeniyan va hatibû kirin û dagirkeriya axa Azerbaycanê ya ku bi salan e dewam dike, şermezar kir.

Wezareta Karên Derva di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bi bîr xist ku hêzên Komara Ermenistanê li Qerebaxa Jor a Azerbaycanê li bajarê Hocaliyê jê 106 jin, 63 zarok û 70 jî kal û pîr tevahî 913 welatiyên Azerbaycanê yên bêguneh bi hovane kuştin.

Hat destnîşankirin di vê bûyerê da Ermeniyan ji 1000î zêdetir kes dîl girt û hê jî aqûbeta wan nayê zanîn.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber vê êrîşa dûrî mirovahiyê ya li hemberî gelê sivîl û dagirkirina axa Azerbaycanê ji milyonekî zêdetir Azerbaycanî mecbur man terka mala xwe bikin, li welatê xwe wek penaber bijîn. Hê jî ji sedî 20ê axa Azerbaycanê di bin dagirkeriyê da ye. Em vê komkujiyê û bi salan e dagirkirina axa Azerbaycanê bi tundî şermezar dikin. Em êşa komkujiya birayên me yên ji Azerbaycanê ya 28 sal ewil li Hocaliyê hat kirin ji dil û can parve dikin. Rehma Xwedê li kesên ku di wê trajediyê da mirine be. Em careke din sersaxiyê didin hemû gelê Azerbaycanê."

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Çile 2020, 17:15
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE