Wezareta Karên Navxweyî daxuyand 5 terorîstên di nav da endamekî 28 sal e di nav refên PKKyê da çalakiyan dike bi rêya qanîkirinê teslîm bûn.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin di sala 2021î da jî xebatên qanîkirina terorîstan û teslîmbûyîna wan dewam dike.
Hat daxuyandin tîmên Midûriya Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmayan di serkêşiya Wezareta Karên Navxweyî li Deriyê Sînor ê Xabûrê ya Şirnexê 5 endamên ji PKKya rêxistina terorê revîne û hatibn qanîkirin teslîm hildan.
Hat tesbîtkirin terorîs di navbera1993 û 2015an da beşdarî rêxistinê bûne û li Tirkiye, Iraq û Sûriyeyê çalakiyan kirine.
Bi vî awayî îsal hejmara terorîstên ku bi rêya qanîkirinê ji PKK/KCKyê revîn û teslîm bûn, derket 9an.
AA