Wezareta Karên Navxweyî: Bi rêya qanîkirinê 2 terorîstên din jî teslîm bûn

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, yekeyên asayîş û cendirmeyê bi piştgiriya malbatan xebatên qanîkirinê didomînin û bi van xebatan va felişîna PKKya rêxistina terorê didome.

Wezareta Karên Navxweyî: Bi rêya qanîkirinê 2 terorîstên din jî teslîm bûn

Wezareta Karên Navxweyî ragihand 2 terorîstên ji nav şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ya cihêkar li Mêrdînê teslimî hêzên ewlehiyê bûn.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezaretê hat dayîn, yekeyên asayîş û cendirmeyê bi piştgiriya malbatan xebatên qanîkirinê didomînin û bi van xebatan va felişîna PKKya rêxistina terorê didome.

Di vê çarçoveyê da bi xebata qanîkirinê ya Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Mêrdînê 2 terorîstên ji nav şaxa Sûriyeyê ya rêxistina terorê, li Mêrdînê teslimî hêzên ewlehiyê bûn.

Li gor tesbîtê Z.Ayê ku teslîm bû di 2015an da, R.A.H jî di 2016an da tevî rêxistinê bûye.

Bi van va ji 1ê Çileyê pê va hejmara terorîstên hatine îqnakirin û teslim bûne derket 78an.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE