Wezareta Karên Navxweyî biryara tevdîrê ya li ser pasaporta 11 hezar û 27 kesan rakir

Midûriyeta Giştî ya Karûbarên Serjimarê û Welatîbûnê ya Wezareta Karên Navxweyî diyar kir ku ji îro pê va biryara tevdîrê ya li ser pasaporta 11 hezar û 27 kesan hat rakirin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Giştî da hat destnîşankirin ku Komisyona Biryara Îdarî ya Pasaportê bi sererastkirina ji bo Qanûna Pasaportê hat kirin va li gor giştînameya bi hejmara 2019/14an a Wezareta Karên Navxweyî ji 20ê berfanbara 2019an pê va dest bi xebatan kir.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Di çarçoveya van xebatan va serîlêdanên ji bo rakirina biryarên tevdîrê bi destê Midûriyeta Serjimarê ya Bajêr tê qebûlkirin, ji îro pê va biryara tevdîrê ya li ser pasaporta 11 hezar û 27 kesan hat rakirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE