Wezareta Karên Navxweyî der barê "taksiyên ticarî" da giştînameya nû

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiya 81 bajêran ra der barê "taksiyên ticarî" da giştînameya nû şand û tevdîrên hîjyenê diyar kir

Wezareta Karên Navxweyî der barê "taksiyên ticarî" da giştînameya nû

Wezareta Karên Navxweyî ji walîtiya 81 bajêran ra der barê "taksiyên ticarî" da giştînameya nû şand û tevdîrên hîjyenê diyar kir. 

Di giştînameyê da hat destnîşankirin ku ji bo birêvebirina xetereya ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji hêla tenduristiya civakê va derxist heyatî ye ku guh bidin mesafeya civakî û prensîbên hîjyena şexsî.

Di giştînameyê da hat destnîşankirin ku dewletê ji bo pêşîlêgirtina belavbûnê şewbê bi hemû saziyên xwe ra gelek tevdîr hildan û ev tevdîr jî bi welatiyan ra parve kirin.

Di giştînameyê da hat destnîşankirin ku taksiyên ticarî dema fealiyetên xwe da hem ji ber tengasiya nava wesayîtê hem jî ji ber ku ev wesayît di nav rojê da gelek kes lê siwar dibin ji hêla mesafeya civakî û tevdîrên hîjyena şexsî va hin xetere derdikevin holê.

Di giştînameyê da hat ragihandin ku ji bo ev xetere ji holê bên rakirin bi wezaretên eleqedar ra nirxandin hatin kirin û di encama vê da tevdîrên ku di vê di pêvajoya şewbê da bên hildan hatin rêzkirin.

Li gor vê taksiyên ticarî û rawestgehên taksiyên ticarî herî kêm di hefteyê dacarekî dê bi awayekî rêk û pêk bê paqijkirin, dezenfektekirin.

Dema hewce bike belgeya nîşan dide ku wesayît kengî ji hêla kî va hatiye dezenfektekirin dê di wesayîtê da be.

Ajokarên taksiyên ticarî dê li gor prensîbên hîjyenê yên şexsî tevbigerin, di nav wesayîtê da teqez dê maske bidin ber dev û pozê xwe. Di taksiyên ticarî da dê di nav rojê da kolonyaya 80 dereceyî yan hî melzemeya dezenfektan a ku têra hemû mişteriyan dike divê hebe.

Dema mişterî li wesayîtê siwar be ajokar dê mişteriyan agahdar bike ku dikare dezenfektan yan jî kolonya bi kar bîne û di heman demê da ji 3 kesî zêdetir mişterî dê nekarin li taksiyan siwar bibin, mişterî dê bêmaske nekarin ku li wesayîtan siwar bibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE