Wezareta Karên Navxweyî ji bo navendên şiqitandinê giştîname weşand

Wezareta Karên Navxweyî ji bo navendên şiqitandinê giştîname weşand

Wezareta Karên Navxweyî di giştînameya ji bo "otêlên şiqitandinê" da diyar kir ku di ketina tesîsên qonaxkirinê û otêlên bi sertîfaka da koda HESê mecbûrî ye, li van ciyan bi tenê ew ê xizmetê bidin mişteriyan, li restoran, loqante û salonên van otêlan ji saet 22.00yan şûn da muzîkê were girtin.

Wezareta Karên Navxweyî der barê tevdîrên Kovîd-19ê yên li navendên xweşiqitandinê werin pêkanîn da giştîname ji walîtiyên 81 bajarê ra şand.

Li gor giştînameyê qedexeya weşana muzîkê ya ji saet 22.00yan şûn da ji bo tesîsên qonaxkirinê ew ê di hemû rojên asteng da were pêkanîn.

Di giştînameyê da hat gotin ku ligel tevdîr û hişyariyan li navendan qerebalixî çêdibe û guh nadin tevdîran, organîzasyonên dibin sedema qerebalixiyê ew ê werin qedexekirin.

Ji bo mişterî kom nebin tevdîrên serwêsa xwarin û xurekê ew ê werin hildan û ew ê destûrê nedin çalakiyan

Ji bo ziyaretvan li ciyê siwarbûna xetên telesiyej û teleskiyê kom nebin ciyên mesafeya fizîkî ew ê werin amadekirin.

Ekîbên kontrola nexweşiyê yên bajar/navçeyê ew ê li tesîs û otêlên li navendên şiqitandinê kontrolan bikin.

Li navendan dolabên emanetê ew ê li gor rêgezên mesafeya fizîkî bi dest kesekî werin bikranîn. Dema kirêkirinê çawa xilas bibe dolabê were dezenfektekirin û wisa dewrî mişteriyên teze bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE