Wezareta Karên Navxweyî ji waliyên 81 bajaran ra biryarname şand

Wezareta Karên Navxweyî ji waliyên 81 bajaran ra ji ber qedexeya derketina derva ku wê dawiya hefteyê li 31 bajaran bê sepandin biryarname şand.

Wezareta Karên Navxweyî ji waliyên 81 bajaran ra biryarname şand

Wezareta Karên Navxweyî ji waliyên 81 bajaran ra ji ber qedexeya derketina derva ku wê dawiya hefteyê li 31 bajaran bê sepandin biryarname şand.

Li gor biryarnameyê dawiya hefteyê wê firinên nan, saziyên kamuyê, saziyên taybet yên tenduristiyê û dermanxane vekirîbin.

Ji bona xizmetên kamuyê yên mecbûrî bidomin sazî û dezgehên kamuyê yên hewcedar di dema qedexeya derketina derva da wê vekirîbin.

Ji ber ewlehiya kamuyê navendên bangên acîl û wezîfedarên AFAD, Heyva Sor û Yekeyên Alîkariya Civakî ya Wefayê wê bikaribin derkevin derva.

Ji bona dewamkirina hilberîna çandiniyê kesên bona dermankirin, çandin û avdanê destûra wan hebin wê bikaribin derkevin derva.

Di dema qedexeya derketina derva da wê rojname li malan bên belavkirin.

Ji bona belavkirina nan tekûz be komîsyonên di serokatiya walî û qaymeqaman da ji bona her taxê wê plana belavkirinê çêkin.

Di serî da tenduristî û ewlehî ji bona tesîskirina pergala kamuyê şaredarî wê ji bona çûn û hatina wezîfedarên kamuyê tevdîran hildin.

Wê rojname bi wesaîtên şirketên rojnameyan û av jî bayiyê avê yên hatine destnîşankirin bi rêya Yekeyên Alîkariya Civakî ya Wefayê bên belavkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE