Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Siirtê bi beşdariya hezar û 3 personelan Operasyona Yildirim-11 Herekolê dane destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin dijî rêxistina terorê li Siirtê bi beşdariya hezar û 3 personelan Fermandariya Cendirmeyan ya Siirtê "Operasyona Yildirim-11 Herekolê" da destpêkirin.
Hat diyarkirin di operasyonên Yildirimê (1-2-3-4-5-6-7-8-9-10) da ku li nav welêt dijî terorê tên meşandin ji 13ê Tîrmehê vir da bi tevahî 54 terorîst hatine berterefkirin, 24 hevkarên rêxistinê hatine qefaltin, 112 şikeft, sitargeh û depo hatine îmhekirin û gelek çek, cebilxane, xwarin û xurek û amûr hatine qefaltin.AA