Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li devera çiyayê Cûdî ya Silopiya navçeya Şirnexê di encama operasyonekê de 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gorî daxuyaniya wezaretê, di çarçoveya Operasyona Yildirim-1ê de, li devera çiyayê Cûdî Fermandariya Cendirmeya Wîlayetê û Serokatiya Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi hevkarî operasyon li dar xistin.
Di operasyona ku Fermandariya Hêzên Asîmanî jî piştevaniya wê kir de, 2 terorîstên çekdar hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon berdewam in.AA