Wezareta Karên Navxweyî ragihand "Operasyonên Yildirimê" di 10ê Rêbendanê da temam bûn û ji bo xatirê bîranîna Eren Bulbul Operasyonên Eren dest pê kirin.
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku ji bo bîranîna hemû şehîd û Eren Bulbulê di 11ê Tebaxê da ji alî rêxistina terorê ya cudaxwaz va hatibû şehîdkirin di 2021î da dest bi Operasyonên Eren hatin kirin.
Di vê çarçoveyê da Operasyona Eren-1 Tendurekê hat kirin û 72 tîmên ji 1071 personelî pêk tê dest bi wezîfeyê kirin.
- Operasyonên Yildirimê ku navê Halîl Îbrahîm Yildirimê 15 salî lê kiribûn temam bûn
Sala par ji bo ku rêxistina terorê ji rojeva welêt bê derxistin û endamên wê bên berterefkirin Operasyonên Yildirimê hatibûn kirin.
Operasyonên Yildirimê ku navê şehîdê herî ciwan ê hewla derbeya bêbext a 15ê Tîrmehê Halîl Îbrahîm Yildirim dabûnê di 10ê Rêbendana 2021î da bi dawî bû.
Di Operasyonên Yildirimê da 20 jê mezin, 89 nîvendî û 11 hezar û 624 jî biçûk bi tevahî 11 hezar 733 operasyon hatin kirin.
Di encama operasyonan da 149 jê mirî, 4 jî jê sax 153 terorîst hatin berterefkirin û 90 jî kesên alîkarî dane rêxistinê hatin.
Ji hêla hêzên ewlehiyê va 77 şikeft, stargeh û embar hatin îmhekirin, 258 jê lûledirêj 278 çek, 215 teqemeniyên bidestçêkirî, 399 bombeyên dest, 2 ton û 478 kîlo teqemenî, 38 milyon kok kinf, 17 ton û 700 kîlogram esrar û gelek amûrên jiyînê hatin qefaltin.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu jî li ser agahiyên ku wezaretê weşand ji ser hesabê xwe yê Twitterê peyam da û got: "Me gotibû ku emê vê zivistanê rêxistina terorê di şikeftan da bi tenê nehêlin. Bi bîranîna şehîdê me Eren Bulbul va me ji Tendurekê dest bi Operasyonên Eren kir."
AA