Wezareta Karên Navxweyî: Pêşî li hewşa mizgeftê dê bê nimêjkirin

Mizgeft di 29ê Gulanê de wê dîsa vebin. Serê pêşî bes nimêjên nîvro û esrê dê bi cemeatî werin kirin. Ji bo roja înê jî heyet dê werin avakirin. Wezareta Karên Navxweyî li ser vê meseleyê giştînameyek derxist...

Wezareta Karên Navxweyî: Pêşî li hewşa mizgeftê dê bê nimêjkirin

Mizgeft di 29ê Gulanê de wê dîsa vebin. Serê pêşî bes nimêjên nîvro û esrê dê bi cemeatî werin kirin. Ji bo roja înê jî heyet dê werin avakirin. Wezareta Karên Navxweyî li ser vê meseleyê giştînameyek derxist...

Maske dîsa şert e...

Navbera merivan dê vala be...

Camî wê di 29ê Gulanê de werin vekirin.

Wezareta Karên Navxweyî ji bo wê giştînameyek derxist, ji hemû walitiyan re jî şand.

Serê pêşî bes nimêja nîvro û esrê dê cemaetî bên kirin.

Qaîdeyên nimêja li mizgeftê jî ev in:

-Nimêja nîvro û esrê wê li hewşa camiyê bên kirin

-Nimêja înê wê li derve were kirin

-Klîma dê neyên vekirin lê derî û pace wê vekirî bin

-Cihên destmêjê û tuwalet dê neyên vekirin

-Kesên ku maskeya wan tune dê nekevin nav cemaetê

-Sinnet û tizbî dê li malê bên temamkirin

Mizgeft dê bi baldarî werin paqijkirin

Hin tevdîrên din jî wê bên stendin

-Kesê ku çû mizgeftê dê cilka xwe ya nimêjê jî bi xwe re bibe

-Miftîtî li gorî derfetê wê ji bo her nimêjê şalikekê bide

-Li ber derî her kes wê destên xwe dezenfekte bike

Meriv dê ji hev dûr bisekinin

-Mewlûd, xwarina bi qerebalixê re û îkramên ber deriyê mizgeftê qedexe ne

-Parsek dê li ber camiyê parsê nekin

-Piştî nimêja înê wê nehêlin tu kes tişt bifiroşe

-Li ser nimêjê her kes dê metreyekê ji hev dûr raweste

Bona her mizgeftê "Heyeta Înê" dê bê avakirin.

Ew heyet ji bo cemaet li gorî qaideyên giştînameyê tevbigere dê alî hêzên ewlehiyê bike.Heger seba nimêja înê hewşa camiyê têra cemaetê neke li cihên vala tevdîr dê werin girtin û nimêj wê li devereke minasib were kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE