Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li ser ÎBByê "teftîşa taybet" dest pê kir

Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li ser ÎBByê "teftîşa taybet" dest pê kir

Wezareta Karên Navxweyî ragihand, li ser êxbar, gilî û tesbîtên bidestxistî ji hin personelên ku di Şaredariya Bajarê Mezin (ÎBB), sazî û şirketên şaredariyê da dixebitin, bi rêxistinên terorê ra têkildar in. Seba vê yekê teftîşa taybet dest pê kir ku lêpirsîn li ser hemû aliyên mijarê were kirin.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya wezaretê hat dayîn, li gor îdia û tesbîtan ji hin kesên ku di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da dest bi kar kiriye, bi rêxistinên terorê ra têkiliya wan heye.

Di parvekirinê da wiha hat gotin:

"Li ser êxbar, gilî û tesbîtan ji personelên ku di Şaredariya Bajarê Mezin (ÎBB), sazî û şirketên şaredariyê da dest bi kar kirine 455 kes jê bi PKK/KCKyê, 80 kes bi DHKP-C, 2 kes bi MKP, hinek jî bi FETO û rêxistinên terorê yên din ra têkildar in. Li ser vê yekê Wezareta me teftîşa taybet da destpêkirin ku lêpirsîn li ser her aliyê mijarê were vekirin.

Her wiha li gor tesbîta Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Stenbolê bi referansa DÎAYDERê kesên ku bi PKKya rêxistina terorê ra têkildar in di Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da hatine bicihkirin. Îdia î tesbîtên ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê di encama van tesbîtan da wekî îdianame amade kiriye jî di çarçoveya vê teftîşa taybet da ye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE