Wezareta Malbatê tevdîrên li kreşan eşkere kirin

“di komekê de herî zêde dê 10 zarok hebin”

Wezareta Malbatê tevdîrên li kreşan eşkere kirin

Kreşên taybet, komên zarokan û malên lênêrîna zarokan ên biroj, di 16’ê adarê de hatibûn girtin. Ev der, wê di 1’ê Hezîranê de dîsa vebin. Wezareta malbat, xebat û xizmetên civakî jî derbarê tevdîran de daxuyaniyek weşand.

Her tim dê germahiya laşê zarokan were pîvan.

Di komekê de dê herî zêde 10 zarok hebin.

Kreşên ku di 16ê Adarê de hatibûn girtin, dê di 1ê Hezîranê de dîsa vebin.

Wezareta Malbat, Xebat û Tenduristiyê jî tevdîrên ku dê li kreşan werin girtin, eşkere kirin.

Li gorî Wezaretê dê li kreşan ev tevdîr werin girtin.

  • Komek dê herî zêde ji 10 zarokan pêk bê
  • Zarok dê bi koma xwe re biçin xwaringehê
  • Zarok dê metreyek û nîv ji hev dûr rûnên
  • Di dema razanê de jî dê di navbera wan de metreyek û nîv hebe
  • Wê her tim germahiya laşê zarokan were pîvan
  • Tevî mezinên zarokan, dê tu serdan neyê qebûlkirin

Li ser paqijiyê jî dê gelek were sekinîn.

  • Li cihên diyarkirî dê aparatên dezenfektana destan werin danîn
  • Destikên deriyan, prîzên lembeyan û tiwalet dê rojê herî kêm du caran werin paqijkirin
  • Her êvar pêlîstokên zarokan wê ji aliyê berpirsên tenduristiyê ve werin paqijkirin
  • Her serê 40 deqeyan dê derî û paceyên odeyan werin vekirin
  • Zarok dê li hundir û derveyê kreşan kincên cuda li xwe bikin

Hemû kar û amûrên dezenfektanê dê werin qeydkirin.

Derbarê xebatkarên kreşan de jî hin tevdîr hatin eşkerekirin.

  • Xebatkar dê di dema mesayiyê de tim li saziyê bin
  • Divê xebatkar tim maske bidin ber rûyê xwe
  • Maske dê li gorî demeke diyarkirî werin guherandin
  • Cilên li hundir û derveyê kreşan dê ji hev cuda bin

Kapasîteya servîsan jî dê li gorî rêzika dûrbûna mirovan were diyarkirin.

Li ber deriyê wesayîtan dê dezenfektanên destan werin bicihkirin.

Ajokar û personelên servîsan dê her tim bi maske bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE