Wezareta Navxweyî 8 şaredar ji kar avêtin

Wezareta Navxweyî 8 şaredarên HDPyî ji kar avêtin û ji bo serokatiya wan şaredariyan qeyyûm tayîn kirin.

Wezareta Navxweyî 8 şaredar ji kar avêtin

Wezareta Navxweyî 8 şaredarên HDPyî ji kar avêtin û ji bo serokatiya wan şaredariyan qeyyûm tayîn kirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî, Şaredarê Batmanê Mehmet Demir, Şaredarê Erxeniya Diyarbekirê Ahmet Kaya, Şaredarê Egila Diyarbekirê Mustafa Akkul, Şaredarê Liceya Diyarbekirê Tarik Mercan, Şaredara Sîlvana Diyarbekirê Naşîde Toprak, Şaredarê Guroymaka Bitlîsê Hikmet Taşdemir, Şaredarê bajarokê Halfeliya Îdirê Hasan Safa, Şaredarê bajarokê Goökçebaga Sêrtê Serhat Çiçek, li gorî 127emîn madeya Destûra Bingehîn û 47emîn madeya Qanûna Şaredariyê ji kar hatin avêtin.

Li gorî madeyaên peywendîdar a Qanûna Şaredariyê ji aliyê Wezareta Navxweyî ve bo Wekîlşaredariya Batmanê Waliyê Batmanê Hulusi Şahin, bo Wekîlşaredariya Erxeniyê Wekîlê Qaymeqam Abdulselam Ozturk, bo Wekîlşaredariya Egilê, Qaymeqam Idrîs Arslan, bo Wekîlşaredariya Liceyê Qaymeqam Cevdet Bakkal, bo Wekîlşaredariya Sîlvanê Qaymeqam Mehmet Uslu, bo Wekîlşaredariya Guroymakê Qaymeqam Muhammet Furkan Sancaktutar, bo Wekîlşaredariya bajarokê Halfeliyê Belde Belediye Qaymeqamê Karakoyunluyê Lutfullah Goktaş, bo Wekîlşaredariya bajarokê Gokçebagê Qaymeqamê Kurtalanê Ihsan Emre Aydin hatin tayînkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2020, 16:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE