Wezareta Navxweyî bi mijara "Reçavkirina Tedbîran" ji walîtiyan re giştname şand

Wezareta Navxweyî di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19ê de bi mijara "Reçavkirina Tedbîran" ji walîtiyan re giştname şand.

Wezareta Navxweyî bi mijara "Reçavkirina Tedbîran" ji walîtiyan re giştname şand

Wezareta Navxweyî di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) de bi mijara "Reçavkirina Tedbîran" ji walîtiyên 81 wîlayetan re giştname şand.

Li gorî giştnameyê, li wîlayetên ku rîska Kovîd-19ê li wan kêm yaxud navend e, dê dawiya hefteyê seat ji 21.00 heta 05.00 sînordarkirina derketina derve bê cîbicîkirin.

Li wîlayetên ku rîska Kovîd-19ê li wan bilind e roja îniyê ji saet 21.00 heta şemiyê 05.00ê, roja şemiyê ji saet 21.00 heta roja duşembê 05.00ê sînordarkirin bên cîbicîkirin.

Li wîlayetên ku rîska Kovîd-19ê li wan gelekî bilind e, dê sînordarkirina derketina derve ji roja îniyê saet 21.00ê heta roja duşembê saet 05.00ê bê cîbicîkirin.

Dawiya vê hefteyê (3-4 nîsan) yên ku pêştir tarîxa nîkah, merasîma nîkahê sitendibin, yên ku beşdarî dawetê bibin dê ji sînordarkirinan miaf bin.

Dê giraniyê bidin agahîdana ji bo sînordarkirina çalakiyên navmalî yên weke serdana malbat/xizman ku di têgeriya Kovîd-19ê de çavkaniyeke berbiçav in.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE