Wezareta Parastina Neteweyî li ser hesabê xwe yê Twîtterê dîmênên çêkirina rêyên li Til Ebyadê parve kir.
Di dîmên da makîneyên ku ji Tirkiyeyê hatibûn şandin, xebatên rê û eskerên Tirkiyeyê tên nîşandan. Di dîmênê da hevpeyvînên gelê navçeyê jî cî girtin.
Di dîmenê da ji xelkê Til Ebyadê kesek diaxive û wiha dibêje: "Em ji PKKyê xilas kirin. Piştî 5 salan rêya me hat çêkirin. Berê em 15 kîlometre dimeşiyan. Em spasiya Tirkiyeyê û gelê wê dikin. Em ji zilmê xilas kirin. Em spasiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dikin. Eger ceyran û ava me jî bê çêkirin em ê gelekî kêfxweş bin."
AA