Wezareta Parastina Neteweyî îdiayên çekê kimyayî derewand

"Artêşa me cebilxaneyê ku ji hêla hiqûq û peymanên navneteweyî va hatine qedexekirin nayên bikaranîn. Muhîmateke wiha di envantera Artêşa Tirkiyeyê da tune"

Wezareta Parastina Neteweyî îdiayên çekê kimyayî derewand

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku îdiayên wekî "Artêşa Tirkiyeyê çekê kimyayî bi kar anî" yên ku di çapemeniya derva da hat rojevê bi temamî derew in.

Di parvekirina ji ser hesabê Twîtterê da hat diyarkiirn ku di plankirina û îcrakirina Herekata Kaniya Aştiyê da tenê sitargeh, kozik, çek, amûrên terorîstan hedef hatin girtin, ji bo ku kesên sivîl/mesûm, avahiyên dîrokî, çandî, dînî yên di herêma herekatê da, tesîsên binesaziyê û hawirdor zirar nebîne gelekî baldar in û hesas tevdigerin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: 

"Îdiayên aliyên dixwazin ku şeht li serkeftina Artêşa Tirkiyeyê bidin bi taybetî li çapemeniya derva tînin rojevê yên wekî 'Artêşa Tirkiyeyê çekê kimyayî bi kar anî bi temamî derew in. Artêşa me cebilxaneyê ku ji hêla hiqûq û peymanên navneteweyî va hatine qedexekirin nayên bikaranîn. Muhîmateke wiha di envantera Artêşa Tirkiyeyê da tune."AA

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE