Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku li Heftanîna herêma bakurê Iraqê piştî êrîşa bi hewanê ya terorîstên PKKyî operasyon hat kirin û di operasyonê da 12 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya wezaretê da hat gotin: "Li herêma Heftanînê terorîstan bi hewanan êrîş kirin û di êrîşê da eskerek şehîd bû, yekê wan giran 3 esker jî birîndar bûn."
12 terorîst hatin berterefkirin
Di daxuyaniyê da hat destnîşan kirin ku demildest operasyon birin ser hedefên terorîstan ên hatin tesbîtkirin, hedefên wan hatin xirabkirin û 12 terorîst hatin berterefkirin.AA