Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku li Hekariyê di dema xebatên keşf û çavdêriyê da ji aliyê Îranê gule hatin agirkirin, 2 esker birîndar bûn, eskerek şehîd ket.
Di daxuyaniya WPNyê da hat destnîşankirin ku li herêma sînor a Yuksekovaya navçeya Hekariyê di dema xebatên keşf û çavdêriyê da ji aliyê Îranê gule hatin agirkirin, 2 esker birîndar bûn, eskerekî sewqî nexweşxaneyê kirin jî ligel hemû midaxeleyan şehîd ket.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber vê bûyerê em gelekî li ber xwe ketin, rihma Xwedê li şehîdê me be, serê malbata wî, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me sax be, ji bo birîndarên xwe jî em şifayê dixwazin."AA