Wezareta Parastina Neteweyî: "Li herêma Operasyona Pencik-Pilingê 2 esker şehîd bûn, eskerek birîndar bû."
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hat gotin: "Endamên rêxistina terorê di 17ê îlona 2020AN da bi roketavêjan êrîşî baregeheke me ya li herêma operasyona Pencik-Pilingê kirin, di êrîşê da du hevalên me yên qehreman şehîd bûn, hevalekî me jî birîndar bû."
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku eskerê birîndar rakirin nexweşxaneyê û wiha hat gotin: "Rihma Xwedê li şehîdên me yên di vê bûyera em xemgîn kirin da hatin kuştin be, sarê malbata wan, Artêşa Tirkiyeyê û miletê me sax be, ji eskerê birîndar ra jî şifayê dixwazin."AA