Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand di nav meha dawîn da di 28 operasyonên ku li nav welêt û dervayî sînoran hatin kirin da 58 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê Yarbaya Behrê Serefser û Berpirsyara Nasandina Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya WPNyê Şebnem Aktopê civîneke agahîdayînê li dar xist.
"Di nav meha dawîn da 58 terorîst hatin berterefkirin"
Aktopê daxuyand hemû beşên Wezaretê ji bo parastina gel, ax û welêt dixebitin û wiha dewam kir: "Di meha dawîn da di 28 operasyonên ku li nav welêt û dervayî sînoran hatin kirin da 58 terorîst hatin berterefkirin."
"Em piştgiriyê didin peymana Şengalê"
Aktopê got ew piştgiriyê didin peymana Şengalê ya ku dixwaze hebûna PKKyê li Şengalê dawî bike û wiha dewam kir: "Em piştgiriyê didin peymana ku di 9ê cotmehê di navbera Hikûmeta Iraqê ya Navend û Rêvebiriya Herêma Kurd da hatiye îmzekirin. Em geşedanan ji nêz va dişopînin."
Têkoşîna dijî FETOyê
Der barê têkoşîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETOyê) da jî Aktopê wiha agahî da: "Ji 15ê Tîrmeha 2016an pê va 20 hezar û 612 personel hatin îxrackirin, derheqê 3 hezar û 560 personelan da pêvajoya edlî û îdarî dewam dike"
Azerbaycan
Aktopê bi bîr xist û got ji bo peymana di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da hatiye îmzakirin bê çavdêrîkirin Tirkiye û Rûsyayê navendeke hevpar li ser axa Azerbeycanê wê bê avakirin û ew navedn wê di demeke kin da dest bi xebatan bike.
AA