Wezareta Parastina Neteweyî:Ji sersalê pê va jimara terorîstên berterefkirî bû 2 hezar û 360

Serdar Pinar Karaya Sûbaya Planê ya Mişawitiya Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya WPNyê li Navenda Agahdarkirina Çapemeniyê ya Hasan Tahsînê Rojnamegerê Şehîd a li Wezaretê civîna agahdarkirina çapemeniyê li dar xist.

Wezareta Parastina Neteweyî:Ji sersalê pê va jimara terorîstên berterefkirî bû 2 hezar û 360

Çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand ku heyetên ji wezaretên parastinê yên Tirkiye û Amerîkayê plan dikin ku civîna duyem a li ser F-35an di nav çend mehan da li Washingtonê bike.

Serdar Pinar Karaya Sûbaya Planê ya Mişawitiya Têkiliyên Gel û Çapemeniyê ya WPNyê li Navenda Agahdarkirina Çapemeniyê ya Hasan Tahsînê Rojnamegerê Şehîd a li Wezaretê civîna agahdarkirina çapemeniyê li dar xist.

Karayê destnîşan kir ku FETO, PKK/KCK/PYD-YPG, DEAŞ di serî da li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîn berdewam e û wiha dewam kir:

"Di vê çarçoveyê da ji 24ê tîrmeha 2015an vir va Iraq û bakurê Sûriyeyê jî tê da bi tevahî 32 hezar û 835 terorîst hatin berterefkirin. Ji sersalê pê va jimara terorîstên berterefkirî bû 2 hezar û 360. Di cotmehê da li nav welêt û derveyî sînoran 27 operasyon hatin kirin û 279 terorîst hatin berterefkirin. Di meheke dawîn da li Îdlibê rejimê bi top, hewan û roketan êrîş kir û di van êrîşan da zarok û jin jî tê da 19 sivîl hatin kuştin, 72 sivîl birîndar bûn. Di cotmehê da 38 jê terorîst 471 kesan xwest ji sînorên me bi rêya dereqanûnî derbas bibin, lê hatin girtin. 22 hezar û 406 kes beriya ku jê derbas bibin, pêşî li wan hat girtin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE