Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) diyar kir ku di 5ê adarê da li herêma Herekata Mertalê Biharê endamên rejimê gule agir kirin, eskerek şehîb û piştî êrîşê 21 eskerên rejimê hatin berterefkirin.
WPNyê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku di 5ê adarê da di Herekata Mertalê Biharê da eskerek şehîd ket piştî vê teyareya bêmirov a çekdar (SÎHA) di saet 16.00an da operasyon kir, di operasyonê da 2 top û 2 roketavêjên rejimê hatin îmhekirin 21 eskerên rejimê jî hatin kuştin.
Bahar Kalkanı Harekâtında 5 Mart tarihinde kahraman silah arkadaşımızın şehit edilmesini müteakip SİHA ile 16:00 civarında icra edilen atışlarla Rejime ait 2 top ve 2 ÇNRA imha edilmiş, 21 Rejim askeri etkisiz hale getirilmiş, şehidimizin kanı yerde bırakılmamıştır.
— T.C. Millî Savunma Bakanlığı (@tcsavunma) March 5, 2020
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Xuna şehîdê me li erdê nema."
Der barê êrîşa beriya lihevkirina Turkiye û Rûsyayê ya li ser Îdlibê da WPNyê diyar kir ku li herêma herekatê endamên rejimê gule berî endamên Artêşa Turkiyeyê dan.
Di daxuyaniyê da hatibû diyarkirin ku piştî êrîşê hedefên hatin tesbîtkirin hatin îmhekirin, bersiv hat dayîn.AA