Wezareta Perwerdeya Neteweyî cîhaza bêhnstendinê çêkir

Ozer got piştî şewba vîrusa koronayê wan li lîseyên pîşesazî, teknîk û Anadoluyê dest bi xebatan kiriye û li van lîseyan alavên paqijiyê, dezenfeksiyonê, maske, lepik, mêzer, tulim û gelek alavên din dane çêkirin.

Wezareta Perwerdeya Neteweyî cîhaza bêhnstendinê çêkir

 Cîhaza bêhnstendinê ya ji bo tevdîrên vîrusa koronayê bi saya xebatên Ar-Geyê ya Wezareta Perwerdeya Neteweyî hatibû plankirin, li atolyeya Ar-Geyê ya Teknolojiya Cîhazên Biyomedîkal a Lîseya Anadoluyê ya Pîşesazî û Teknîkê ya Hatay Şehit Serkan Talan hat çêkirin.

Alîkarê Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Mahmut Ozer der barê mijarê da daxuyanî da çapemeniyê 

Ozer got piştî şewba vîrusa koronayê wan li lîseyên pîşesazî, teknîk û Anadoluyê dest bi xebatan kiriye û li van lîseyan alavên paqijiyê, dezenfeksiyonê, maske, lepik, mêzer, tulim û gelek alavên din dane çêkirin.

Ozer anî ziman ji bo ku bi taybetî makîneyên maskeyê û cîhazên bêhnstendinê bên çêkirin wan xebatên Ar-Geyê zêde kiriye.

Der barê çêkirina makîneya maskeyan a ultrasonîk da Ozer got ew li Stenbolê hatiye çêkirin, bi saya van makîneyan mehê 10 milyon maske tê çêkirin.

Ozer got cîhaza bêhnstendinê ya ewil li atolyeya Ar-Geyê ya Teknolojiya Cîhazên Biyomedîkal a Lîseya Anadoluyê ya Pîşesazî û Teknîkê ya Hatay Şehit Serkan Talan hat çêkirin û wiha axivî: "Cîhaza bêhnstendinê li gor Ewlehî û Tenduristiya Kar hat plankirin û li gor Rêbaza Cîhazên Tibî ya Wezareta Parastinê hat çêkirin. Piştî ku cîhaz bê tescîlkirin êdî çêkirina wê ya komî wê dest pê bike."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE