Wezîfedarkirina ji bo Şaredarê Muradiyeyê

Qeymeqam Erkan Savar wek wekîlê şaredar hat wezîfedarkirin

Wezîfedarkirina ji bo Şaredarê Muradiyeyê

Yilmaz Şalanê Şaredarê Muradiyeyê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna dijî terorê da hatibû binçavkirin ji wezîfeyê hat dûrxistin, di dewsa wî da jî Erkan Savarê Qaymeqamê Muradiyeyê wekî "wekîlê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat destnîşankirin ku lêpirsîna der heqê Yilmaz Şalan a ji ber "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" hatibû destpêkirin dewam dike.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li gor xala 45/2 û 46an a Qanûna Şaredariyê Erkan Savarê Qaymeqamê Muradiyeyê wekî "wekîlê şaredar" hat wezîfedarkirin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE