"Wezîfeya dikeve li ser milê her kesî ew e ku bila piştgiriyê bidin vê berxwedanê"

Ji Serokê Ragihandinê yê Serokomariyê bo dayikên Diyarbekirê peyama piştgiriyê

"Wezîfeya dikeve li ser milê her kesî ew e ku bila piştgiriyê bidin vê berxwedanê"

 Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettin Altun diyar kir, dayikên Diyarbekirê ji bo ku zarokên xwe yên ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin xilas bikin, yek ji berxwedana herî bihêz a sivîl a dinyayê nîşan didin û wiha got, "Ew digel hemû tehdîd û gefên navendên terorê, çîroka cesareteke ku 1000 roj e tê domandin û berxwedaneke pîroz a dijî terorê dinivîsin."

Altun di "Panela Protestoya Civakî ya Dijî Revandina Zarokan a bi Destê PKKyê: Li Hemberî PKKyê Dayikên Diyarbekirê" da bi vîdeo peyamê va xîtabî beşdaran kir.

Altun da bibîrxistin, nobeta ku dayikên Diyarbekirê ji bo ewladên xwe dan destpêkirin ket roja 1000î û wiha got, "Dayikên Diyarbekirê ji bo ku zarokên xwe yên ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatine revandin xilas bikin, yek ji berxwedana herî bihêz a sivîl a dinyayê nîşan didin. Ew digel hemû tehdîd û gefên navendên terorê, çîroka cesareteke ku 1000 roj e tê domandin û berxwedaneke pîroz a dijî terorê dinivîsin. Ya wan serhildaneke mafdar a dijî terorê ye ku ji ber tirs û zilma rêxistina terorê ya 40 salan, hatibûn bêdengkirin û neçar mabûn ku kula xwe di dilê xwe da veşêrin."

Altun bal kişand ku vê berxwedanê, rûyê rast ê wan kesan jî nîşan da ku qaşo îdia dikin, mafên gelê Kurd diparêzin û wan temsîl dikin. Altun got, vê berxwedanê ew yek jî nîşan da ku rêxistina terorê bi çi çavî li gelê Kurd dinihêre.

 "Bûn dengê hevkar ê welatê me yê 83 milyonî"

Altun diyar kir ku Dayikên Diyarbekirê bi tenê tiştekî dixwazin û ew dixwazin ewladên xwe hembêz bikin û wiha pê da çû: "Ew ji bo zarokên xwe yên ku li serê çiyê bi destê PKKê rastî zilmê tên, serî radikin. Êdî wisa ne ku îro li welatê me yê 83 milyonî ew bûne dengê herkesî. Serhildana Dayîk Hacîreyê û sekna wê ya bi biryar bû destpêk û ev sekna hanê 1000 roje mezin bû û ji bo hemû dayikên ewladên wan ji wan hatine qetandin bû hêv. Lewra Dayikên Diyarbekirê di 3ê Îlona 2019an da negotin havîn û zivistan û nobeta xwe domandin. Wan hewl da dengê xwe bigihijînin ewladên xwe yên ku hinek ji wan hêj 9-10 salî bûn jatibûn revandin û ji ber ku tu xeber wê demê hilnedabûn, hewl dan. nobeta ji bo ewladan pêl bi pêl mezin bû û çalakiya malbatên hejmara wan gihîşt 290î li Diyarbekir, Wan, Mûş, Şirnex û Hekariyê li Berlînê dest pê kir. Nobeta ev 1000 roje bênavber dewam dike û li bajarên din jî belav bûye wê tirs û xofa ku PKKya rêxistina terorê hewl dida berî nav miletê Kurd bide jî serobin kir."

Altun got ku him wêrektiya dayîkan a ji bo ewladên wan derkevin holê nîşan dan û him jî birayardariya Dewleta Komara Tirkiyeyê ya li herêmê disepîne dayikan ewladên xwe yek bi yek ji nav lepên bixwîn ên rêxistinê derxistin. Di berdewamiya axaftinê da Altun bi bîr xist ku bi saya hewl û liberxwedanê 35 malbat gihîştin ewladên xwe.

 35 malbat gihîştin ewladên xwe

Altun bal kişand, çi bi saya cesareta dayikan çi jî bi saya polîtîkaya têkoşîna dijî terorê ya Komara Dewleta Tirkiyeyê malbatên beşdarî nobedê bûn, zarokên xwe yek bi yek ji nav lepê rêxistina terorê derxistin û bi vî awayî heta niha 35 malbatên beşdarî çalakiya rûniştinê bûn, gihîştin ewladên xwe ku ewladên wan ji rêxistinê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Altun diyar kir, her zarokeke ku ji rêxistinê direve û teslîm dibe, ji bo malbatên din ên beşdarî çalakiyê dibin, dibe cesaret û hêvî û wiha dewam kir, "Lewma jî ne mumkin e ev qêrîn, ev bizava civakî, ev meşa pîroz neyê dîtin, neyê bihîstin û neyê piştgirîkirin. Brêz Serokomarê me di roja ewil pê va piştgirî daye vê têkoşîna dayikên Diyarbekirê. Dayikên Diyarbekirê jî timî fêm kirine ku ev piştgiriya Serokomarê me wan çiqas bihêz dike û cesaretê dide wan û her wiha di fêmkirina vê yekê da berdewam in jî."

"Wezîfeya dikeve li ser milê her kesî ew e ku bila piştgiriyê bidin vê berxwedanê"

Altun got divê hemû STK, parêzvanên mafên mirovan, aktîvîst, hunermend, rewşenbîr, rojnamevan û siyasetmedar li gel dayikên Diyarbekirê bisekinin, lewra ev berpirsyariyeke însanî û mirovî ye û wiha axivî: "Wezîfeya dikeve li ser milê her kesî ew e ku bila piştgiriyê bidin vê berxwedanê. Piştgiriya vê tevgera sivîl ya dijî siyasetê ye deynê stûyê her kesê li welatê me ye. Em wisa bawer dikin ku li hemû dinyayê piştgiriya ji bo vê baweriya ji aştî û demokrasiyê tê."

Altun anî ziman hin mitefîqên bi salane piştgiriyê didin rêxistina terorê jî divê guh bidin vê hewarê û wiha dewam kir: "Li tu dereke dinyayê mînakeke wiha ya bendêmayîna ewladan nehatiye dîtin, ev bû sedem ku rûyê rastîn ya PKKya rêxistina terorê li dervayî sînorên me jî bê dîtin. Bi vî awayî siyasetmedar û rojnamevanên ji welatên Ewropayê jî dayikên Dîyarbekirê dîtin, bûn şahidê rêxistina terorê ya ku jê ra dibêjin 'şervanên azadiyê' û şaxa siyasî ya ku bi çavekî çawa gelê Kurd dinihêrin."

Wekî Serokatiya Ragihandina Serokomariyê em dixwazin ku dayik bigihêjin ewladên xwe, rûyê tarî yê terorê ji aliyê raya giştî ya dinyayê va were dîtin û di têkoşîna dijî terorîzma navneteweyî da hewildanên welatê me yê ku aktorekî biryardar û pêbawer e, were fêmkirin. Ez bawer dikim ev panelê jî wê piştgiriyê bide van malbatan ku dengê wan zêdetir were bihîstin."

 "Em ji welatên dost û mitefîq hêvî dikin ku di têkoşîna terorê da piştevanî û tevkariyeke semîmî bikin"

Altun destnîşan kir, teror û terorîzm ji aliyê kurewî va têkoşîneke hevpar û piralî li ser me ferz dike û wiha dewam kir:

"Ji PKK/YPGyê heta DEAŞê, ji DHKP-Cyê heta FETOyê herî zêde Tirkiye rastî tehdîd û êrîşên rêxistinên terorê yên cuda tê. Tirkiye ji welatên dost û mitefîq hêvî dike ku di têkoşîna terorê da piştevanî û tevkariyeke semîmî bikin.  Çi dibe bila bibe, bi gotina Serokomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan, bi stratejiya 'di cî da tunekirina terorê' va em ê xizmeta xwe ya ji bo herêmî û kurewî bidomînin. Divê em ji bo tehdîdên terorê seba welatên xweî ewlehiya xwe ya komî û mirovahiyê hişyar bin, tevdîran hildin."

Altun destnîşan kir ku ew ligel dayikên Diyarbekirê ne, hêvî kir ku êdî hêsir ji çavên wan neyên û demildest bigihêjin ewladên xwe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE