Di hevdîtina Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu da li ser mijarên ewlekariya herêmê îstişare hat kirin.
Di daxuyniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku Akar û Şoygu li Moskovaya paytext hatin ba hev û di hevdîtinê da li ser mijarên ewlekariya herêmê îstişare kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku herdu wezîran di mijara geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê da fikr û ramanên xwe parve kirin û wiha hat gotin: "Di hevdîtinê da eleqeyeke taybet nîşanî çareserkirina mijarên însanî yên li Sûriyeyê û paşdavegera koçberan dan."
Dîsa di daxuyaniyê da hat ragihandin ku hevdîtin bi erênî derbas bû, di hevdîtinê da hevkariya qada parastinê ya Tirkiye û Rûsyayê hat nirxandin.
Wekî mayîn Hakan Fîdanê Serokê MÎTê jî di ziyaretê da ji Akar ra hevalrêtiyê dike.AA