Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Divê her kes ji tehrîk û provokasyonan dûr bisekine û baş bizanibe ku wê berdêla vê giran be."
Akar piştî serdanên xwe yên li Qeter û Pakistanê duh çû Kabula paytextê Efxanistanê û Fermandariya Hêza Wezîfeyê ya Tirkan ya Efxanistanê ziyaret kir.
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar bi personelên fermandariyê ra hat bal hev û destnîşan kir divê her kes bizanibe ku tesîra provakasyonên li Ege, Behra Sipî û Qibrîsê tên kirin tuneye û wiha got: "Divê her kes ji tehrîk û provokasyonan dûr bisekine û baş bizanibe ku wê berdêla vê giran be."
Akar diyar kir divê her kes biaqil be û nebin sedema macerayekê û got ku pêşniyazên me yên jidil û cidî ji mixatabên me ra ev in.AA
Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:49